Girît
Girît | |
|---|---|
Girav û traditional geographic divisions of Greece | |
Girît li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 35°18′35″Bk 24°53′36″Rh / 35.30972°Bk 24.89333°Rh | |
| Dewlet | Yewnanistan, Cretan State, Împeratoriya Osmanî, Komara Wênîsê |
| Li beşa îdarî | |
| Merkeza îdarî | |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 8335.88 km2 (321.850 sq mi) |
| Bilindahî | 2456 m (8058 ft) |
| Nifûs | 623.065 (2011) |
| Dem | |
| Koda telefonê | 2821 |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Girît[1] (bi yewnanî: Κρήτη, lat. Kríti; bi tirkî: Girit) girava herî mezin a Yewnanistanê ye û pêncem girava herî mezin a Deryaya Navîn e.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girît yek ji 13 parêzgehên Yewnanistanê ye. Li şûna herî fireh bakur û başûrî de 60 kîlometre firehî, ji rojhilat-rojavayî jî 260 kîlometre dirêj e. Di cihê herî teng jî 12 kîlometre firehiya xwe he ye. Ew li ser 8,336 km² reşahîye cih digire û 1046 kîlometre dirêj beravên xwe heye. Li bakur Deryaya Girîtê, li başûr jî Deryaya Lîbî, li rojhilat Deryaya Karpatî, li rojava jî Deryaya Mîrtoyî re sinordar e. Girav nêzî 160 li başûra reşahiyê Yewnanistanê bingehî dikeve.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girît navenda şaristaniya mînoyî bû. Ew di navbera sedsala 26an b.z. û sedsala 14an b.z. de şaristaniya herî pêşin yê Ewropayê bû. Li Girîtê bajarên mînoyî Knosos û Festos (Phaistos) cih digirin ne.
Împeratoriya Romayê di sala 69 b.z. de vê giravê îşxal kiriye. Ew ji pê împeratorî bû du paran, heta ku ew ji aliyê ereban hatiye dagirkirin û dûrve bin destên împeratoriya Romê ya Rojava an jî rojhilat de ma. Girav di sala 824an de bi temanî ji aliyê ereban di bin serdariya el-Hakem de hatibû dagirkirin û heta sala 960an de ma, lê piştrê ji aliyê îmepratoriya Bîzansê de hat dagirkirin û di bin destên wan de ma. Ew ji pê Bîzansê re di sala 1204an de dema Sefera xaçperestan a çarem de kete destên keyaniya Venedîkê. Di sala 1669an de ji aliyê împeratoriya Osmanî hatiye dagirkirin. Berî ku girav ji aliyê osmaniyan ve hatibû dagirkirin ji salên 1648 heta 1669an di dorpêç kirinê de ma û ew bi gumanî dorpêçkirina herî dirêjê di dîrok de ye. Girîtê piştî şerên Balkanan de bi Yewnanistanê hatiye girêdan.
Dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, ji bo cihê xwe yê stratejîk di Deryaya Navînê de, girav bû şanogeha şerên mezin di navbera Brîtanya û Almanyaya Nazî bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 190.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Girît de hene
